Kurdistan kariye bi diyalogê beşek ji kêşeyên heyî çareser bike

dibêje domandina diyalogê gelek girînge
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel baylozê Rûsyayê yê li Îraqê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Maksim Maksimov û şandeke pê re kir ku ji konsulusê Rûsyayê yê li Hewlêrê û çend dîplomatên Rûsî pêk hatibû.

Di civînê de balyozê Rûsyeyê yê li Bexdayê Maksim Maksimov behsa bûyerên sala derbasbûyî û rewşa Kurdistanê kir û anî ziman ku Kurdistan kariye bi rêya diyalogê beşeke zêde ji kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.

Di beşeke din ya civîna han de Nêçîrvan Barzanî jî bi awayekî kurt behsa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku Kurdistan piştgîriya Adil Ebdulmehdî û hikûmeta nû ya Îraqê dike.

Di berdewamiya civîna han de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê jî hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina wan têkiliyan hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.