Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim Serokwezîr di demeke nêz de karên ava kirina kabîneyê bi dawî bîne

li gel balyozê Rûsyeyê civiya
کوردستان TV
100%

Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Bexdayê Maksim Maksimov û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê bi giştî û prosesa ava kirina hikûmeta nûya Kurdistanê û çawetiya çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê hate kirin.

Derbarê ava kirina  hikûmeta nû ya Îraqê de jî Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê pêngaveke baş bû bo ber bi pêşve birina prosesa siyasî ya Îraqê û em hêvî dikin ku Serokwezîrê nû yê Îraqê di demeke nêz de karên ava kirina kabîneya nû bidawî bîne.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê kir û balkêşande ser lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê.

Di beşeke din ya civîna han de Mesrûr Barzanî û Maksim Maksimov tekez li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyên navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyeyê kirin û di vê derbarê de jî Maksimov diyar kir ku Serkirdatiya siyasî ya Rûsyeyê bi girîngî ve li rewşa Kurd û pêgeha Kurdistanê di nava pêşhatên Rojhilata Navîn de dinêre û got: Rûsye xwedan têkiliyên bihêze li gel Kurdistanê û hewl dide ev têkiliyên han zêdetir bihêz bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.