Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 28.10.2018ê li Hewlêrê pêşwaziya wezîra bergiriyê ya Îtalyayê Elisabetta Trenta û şandeya pê re ku ji Balyoz Îtalyayê li Îraq û Konsulê wî welatî li Hewlêrê û hijmareke berpirsên leşkeriyê Îtalyayê pêkatibû, kir.
Wezîra bergiriyê ya Îtalyayê sipasiya hikûmet, pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku bi bwêrane berhingarî DIŞIê bûn. Şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku Îtalya dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de berdewam be û hevkarî û hevahengiya hikûmet û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hêzên leşekriyên Îtaliyayê re yên li herêma Kurditan û Bendava Mûsilê bilind nirxand ku Bendava Mûsilê ji aliyê kompaniyeke îtalyayî ve tê nûjen kirin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê mirovî û leşkerî yên di çarçoveya hevpeymaniay dijî DIŞIê de û di roj û rewşên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, kir.
Serowkezîr sipasiya serowkezîrê berê yê talyayê kir ku di dem û rewşek dijwar de serdana Herêma Kurdistanê kir û herwesa, sipasiya kopmaniya îtalyayî ya ku Bendava Mûsilê nûjen dike û Îraqê ji metirsiyeke mezin diparêze, kir. Serokwezîr Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê nîşan de ku dixwaze di hemû warande têkeliyên xwe bi Îtalyayê re xurt û berfireh bike.
Pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasiya Îraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Fedral û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin