DXB hevkariya zirarmendên lehiyê kir

hijmareke zêde ji şêniyên deverê jiber lehiyê zirarmend bûne
کوردستان TV
100%

Îro Dezgeha xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên xêrxwazî de, hevkariya zirarmendên lehiya çend rojên berê li devera Balakatê kir.

Di vê derbarê de Îsmaîl Ebdulezîz berpirsê gehandina hevkariyan ji DXB ragihand ku di çarçoveya kar û çalakiyên xêrxwazî yên DXB de îro DXB hevkariya hezar û 500 kes kiriye ku di rojên pêş de jiber rabûna lehî li devera Balakatê zirarmend bibûn.

Îsmaîl Ebdulezîz diyar kir ku di vê çalakiya han de pêdiviyên serekî yên jiyanê li ser zirarmendan hatine dabeşkirin.

Weke tê zanîn di dawiya hefteya derbasbûyî de pileke tund ya baran barînê Kurdistan vegirtibû û di encam de li çend deveran lehî ra bibû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.