Neh partiyên Kurd li Amedê li hev civiyan û li dijî asîmîlasyonê ji bo teşwîqkirin û pêşvebirina zimanê dayikê platformek ava kirin.
Nûnerên neh partiyên Kurd, ji bo pêşvebirina Kurdî, têkoşîna li dijî asîmîlasyonê, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û li dibistanan bê hînkirin, li hev civiyan.
Partiyên ku daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê wiha ne: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzm (OSP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Mirov û Tevgera Azadî.
Nûnerên her neh partiyan li navenda Civata Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê.
Hevserokê DBP'ê yê bajêr Îbrahîm Çîçek, Hevseroka HDP'ê ya bajêr Fîlîz Bûlûttekîn, Alîkarê Serokê PDK-Tirkiyê Şerefhan Cizîrî, Serokê Giştî yê OSP Sînan Çîftyurek, Berdevkê Tevgera Azadî Ayetûllha Aşitî, Alîkarê Serokê Partiya Azadî û Mirov Seda Dogan, Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek, Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Vahît Aba beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî hate xwendin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin