Xelkê deverê daxwaza hêzên pêşmerge dike

dibêjin hêzên din nikarên me biparêzin
کوردستان TV
100%

Dibêjin pêşmerge nebe ewlekarî û aramî li deverê de nayê dabînkirin.

Şêniyên Mûsil û derdorê yên ku di dema êrîşên DIŞIê de ji deverê reviyabûn û piştî rizgar kirina Mûsil û deşta Mûsilê vegeriyane deverên xwe, dibêjin rewşa ewlekarî û aramî ya li deverê gelek aloze.

Şêniyên Mûsil û derdorê daxwaz dikin ku hêzên pêşmerge biçin wan deveran û canê wan ji çekdar û cîhadiyan biparêzin.

Şêniyên deverê behsa vê yekê dikin ku her çend vegeriyane cêyên xwe lêbelê rewşa ewlekarî ya li deverê gelek aloze û rojane rastî metirsî û gefên leşkerî û ewlekarî tên û  hêzên çekdar yên li deverê jî ku heşa şebî û artêşa Îraqê ne, nikarin ewlekarî û aramiya deverê biparêzin.

Şênî û pêkhateyên olî û etnîkî yên Mûsil û derdorê daxwaz dikin ku hêzên pêşmerge bo deverê werin şandin û dibêjin tenê pêşmerge dikare me û canê me biparêze.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.