Îro civata dadverî ya Kurdistanê encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi fermî pejrand.
Di 30 Îlonê de hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatibûn kirin û komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyên Kurdistanê jî piştî wenêrînên xwe yên bo dozên ku li ser encamên hilbijartinên hatibûn vekirin, encamên fermî ragihandibû.
Îro jî civata dadveriya Kurdistanê encamên han bi fermî pejrand.
Di hilbijartinên parlementoyê de partiya demokrata Kurdistanê bibû yekem û 45 korsiyên parlementoyê bidest anî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin