Di çarçoveya dorpêçên nû yên Amerîkayê yên bo ser Îranê yên ku biryare di 4 vê mehê de destpê bikin, Tirkiye jî ji tirsa Amerîkayê pişt li Îranê kir.
Di vê derbarê de çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku hikûmeta Tirkiyeyê jî di çarçoveya dorpêçên nû yên Amerîkayê ên bo ser Îranê de, sotemenî nedaye balefirên Îranî.
Tê payîn ku di encama dorpêçên nû yên dijî Îranê, abûriya Îranê were hilweşandin û heta niha çend kompanî û welatên cîhanê beriya Amerîkayê têkiliyên xwe yên bazirganî li gel Îranê qut kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin