Li Soranê 7 kîlo hîroîn hate girtin

kesek ku xelkê Qeladizê ye hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Soranê ragihand ku hêzên polîs li devera Soranê karîne di operasiyonekê de dest deynin ser 7 kîlo û 200 giram madeya hişber ji cureya Hîroînê.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê Soranê ev kesê ku ev 7 kîlo Hîroîn di destê vî de hatiye girtin navê xwe E.M. Ê ye û xelkê devera Qeladizê ye.

Hêjayê gotinê ye ku îsal li sînorê Soran û derdorê zêdetir ji 109 kîlo madeyên hişber ku ji Îranê ve hatibûn şandin hatiye girtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.