Civata ewlekariya Kurdistanê(CEK) li ser pêgeha xwe ya li Twitterê raportek derbarê kiriyarên DIŞIê yên di Cotmehê de weşandiye.
Di raporta han de CEK behsa vê yekê kiriye ku di Cotmehê de terorîstên DIŞIê çend caran bi tirimbîlên bombekirî, êrîşên întîharî û êrîşên bi bombe û êrîşên din, êrîşî xelkê medenî û hêzên ewlekarî yên Îraqê kirine.
Di beşeke din ya raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku di encama wan êrîş û kiriyaran de bi dehan welatiyên medenî û endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê hatine kuştin.
Di beşeke din ya raporta han de hatiye gotin ku zêdebûna êrîşên DIŞIê li deverên curbicur yên Îraqê yên weke Mûsil, Diyala, Kerkûk û derdorên din, nîşaneya vê yekê ye ku terorîstên DIŞIê li deverê de xwe bihêz kirin û ew yek jî îsbat dike ku hîn jî metirsiya DIŞIê maye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin