Ev du roje pileke baran barînê li Kurdistanê destpê kiriye û di vê çarçoveyê de li cîhên bilind befir bariye.
Çiyayê Hecî Omeranê yek ji wan cîhên bilind yên Kurdistanê ye ku her sal piştî çiyayê Helgordê, tê de befir dibare.
Hecî Omeran cîheke steratejîke û deriyeke sînorî têde heye û gelek caran jî jiber barîna befirê ev deriya han ya di navbera Kurdistan û Îranê de tê daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin