ENKS: Emê di civîna Cinêvê de daxwaza federaliyê ji Rojava re bikin

şanda ENKSê di civînê de amade dibe
کوردستان TV
100%

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, dê civîna bê ya Cinêvê de daxwaza statûya federalî bo Rojavayê Kurdistanê bikin.

Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyê de, Îmad Birho ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di demek nêzîk de dehemên civîn li ser rewşa Sûriyê li bajarê Cinêv yê Swîsra tê lidarxistin.

Îmad Biro her wiha gotiye, şandeka ENKSê jî dê beşdarî civînê bibe û raportekê li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêşkêş bike.

Wî berpirsê ENKSê li ser naveroka wê raportê jî gotiye, di wê raportê de pêşniyar bo çareserkirina arîşeyên Sûriye û kurdan tên pêşkêşkirin, her wiha bo Rojavayê Kurdistanê jî statûya federal tê daxwazkirin.

Bi gotina Îmad Birho, paşeroja Rojavayê Kurdistanê ji ber tifaqa Amerîka û Tirkiyê tarî ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.