Miryem Qazî koça dawî kir

nivîskar, wergêr û çalakvan bû
کوردستان TV
100%

Nivîskara Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Miryem Qazî li bajarê Mehabad koça dawî kir.

Xatûn Miryem Qazî ku ji malbata naskirî ya Qazî ye li Mihabadê û biraziya Pêşewa Qazî Mihemed e, di warên helbest, çîrok, wergêran û rexneyên edebî de çalak bû, gelek berhemên wê di rojname û govarên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de belav bûne.

Herwiha du kitêbên wê bi navên "Hatina Hundir Qedexe ye" û "Zîndebegorî" anko "Bi Saxî Çalkirin" çap û belav bûne û romanek jî bi navê "Min Jiyan Xweş Divê" di jêr capê de ye.

Miryem Qazî di heman demê de çalakvaneka aktîv a mafên jinan jî bû.

Miryem Qazî sala 1964ê li bajarê Mehabad ji dayîk bûbû û îro Duşembî 5ê Mijdara 2018ê her li wî bajarî koça dawî kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.