Yekem civîna parlementoyê hate lidar xistin

Serokatiya parlementoyê nehat hilbijartin
کوردستان TV
100%

Îro yekem civîna xola nû ya parlementoya Kurdistanê hate lidarxistin.

Civîn bi deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji şehîdan û xwendina sirûda Ey Reqîb destpê kir.

Pişt re Parlementerê herî bi temen weke Serokê demkî yê parlementoyê hat diyarkirin û pişt re jî parlementerên nû sonda parlementeriyê xwarin û weke parlementer dest bi kar kirin.

Jiber ku part û aliyê siyasî yên Kurdistanê hîn jî lihev nekirine, desteya Serokatiya parlementoyê di vê civînê de nehat hilbijartin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.