Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê tîma hevbeş ya operasiyonên taybet yên li Îraq û Sûriyeyê kir.
Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê tîma hevbeş ya operasiyonên taybetî a ser bi hevpeymaniya cîhanî ya li Îraq û Sûriyeyê general Patrick Roberson kir.
Di civînê de behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê bi giştî hate kirin û wenêrînek jî li ser pêşkeftinên heyî yên di şerê dijî terorîstên DIŞIê li Sûriye û Îraqê hate kirin.
Derbarê têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Îraqê de Mesrûr Barzanî hêviya vê yekê xwest ku Serokwezîrê nû yê Îraqê qonaxeke nû li ser esasê rêz girtin ji hember û hevkarî li hember ev mafên Kurdistanê bike ku di nava destûra bingehîn ya Îraqê de hatine diyarkirin.
Di beşeke din ya civînê de giftûgo li ser mekanîzma çawetiya aram kirina aloziyên li deverê de hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin