Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarê Îraqê Jan Kubis kir.
Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê û Kubis behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin û hêviya vê yekê xwestin ku rewşa siyasî ya li Îraqê baştir bibe û hikûmeta nû ya Îraqê jî bikaribe daxwazên welatiyên cîhbicîh bike û xizmetgozariyan pêşkêşî tevahiya welatiyan bike û Kurd jî di vê derbarê de bibe xudan roleke girîng û hevkariya Îraqê bike bo dabîn kirina mafên tevahiya pêkhateyên din yên Îraqê.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û daxwaz hate kirin ku hikûmetek were avakirin ku bikaribe bersifa daxwazên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin