Îro Kolberek hate kuştin

xelkê Mehabadê ye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, îro careke din hêzên çekdar yên Îranê gole li ser Kolberên Kurd reşandine û di encam de Kolberekî Kurd canê xwe ji dest daye.

Jêderan diyar kir ku hêzên çekadar yên rejîma Îranê li nêzî bajarê Pîranşarê gole li ser Kolberên Kurd reşandine û di encam de Kolberekî din bi navê Selah Esfendwend ku xelkê Mehabadê ye canê xwe ji dest daye.

Selah temen 28 sal bûye û ev demek bûye bo dabîn kirina jiyana malbeta xwe dest bi kolberiyê kiriye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.