Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekitiya Ewrûpa (YE) ragihand ku Ewrûpa dixwaze Herêma Kurdistanê bihêz be û got ku stratejiya nû ya YE di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekitiya Ewrûpa (YE) Dilawer Ajgeyî ji malpera fermî ya PDKê re axivî û got ku di heyama 15 rojan de wan çendîn giftugo ligel balyozên endamên YE kirine û diyar kir ku hefteya dahatû jî dê kombûnan pêk bînin.
Dilawer Ajgeyî ragihand ku wan daxwaz kir ku endamên YE roleke girîng di çareserkirina kêşeyên di nabera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de bibînin ku fişar bixin ser Bexda ew helwesta berî niha li hember Herêma Kurdistanê dûbare neke û destûra Iraqê bicî bike.
Nûnerê Herêma Kurdistanê di dewama axaftina xwe de stratejiya Yekitiya Ewrûpa ya li ser rewşa Iraqê jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de pênase kir û got, “Di stratejiya nû ya 28 endamên YE de hemû xalên nakokî û destûrî û herwiha çareserkirina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê tê de hene ku tê de tê gotin divê li gor destûrê hemû kêşeyên di navbera aliyan de bên çareserkirin. Di stratejiya nû de pêwîst e Iraq hemû xalên destûrê bicî bike ne tenê xalên ku ew dixwaze.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin