Nêçîrvan Barzanî dezgeheke kontrola xurek û dermanan ava dike

raste rast di bin çavdêriya vî de dibe
کوردستان TV
100%

Endamê Lijneya Çaksazî ya Herêma Kurdistanê Firset Sofî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dezgeheke kontrola xurek û dermanan ava dike û rasterast serpereştiya dezgehê dike.

Firset Sofî beşdarî bernameyeke Radyoya Rûdawê bû û di bernameyê de ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna dezgeheke kontrola xurek û dermanan rizamendî nîşan daye, ku weke Amerîka û welatên pêşketî yên cîhanê, ew dezgeh rasterast ji aliyê rayedarên herî payebilind ve tê birêvebirin.

Sofî da zanîn: “Ev fikr ji aliyê serokwezîr ve rizamendî li ser hatiye dayîn û niha di qonaxa dawî de ye. Bi vê yekê êdî kontrola derman û xurekan li deriyên sînorî û firokexane û li naxwe, ji aliyê wê dezgehê ve tê kontrolkirin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.