Li Îranê 22 welatî hatin îdamkirin

ji malbetên wan re gotiye nabe bo wan merasîmên şînê bigirin
22 تۆمه‌تباری هێرشه‌ چه‌كدارییه‌كه‌ی شاری ئه‌هوازی ئێران له‌سێداره‌دران
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan, berbanga îro rejîma Îranê li bajarê Ehewazê ya li başûrê vê welatî, 22 girtî ku piraniya wan xelkê Ehwazê bûne darve kiriye.

Li gor jêderên nûçeyan ev 22 welatî, bi hinceta ku destê wan di êrîşa çekarî ya bo ser nîmayîşeke leşkerî ya artêşa Îranê a li Ehwazê de hebûye, hatine darvekirin.

Heman jêderan behsa vê yekê jî kirine ku rayedarên rejîma Îranê ji malbetên wan îdamkiriyan re gotine ku nabe bi ti awayî şîn bo wan bikin û nabe li ser vê mijarê jî li gel ti dezgeheke ragihandinî hevpeyvînan bikin.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî li Ehwazê di dema nîmayîşeke leşkerî de êrîşî ser artêşa Îranê hatibû kirin û di encam de hijmareke zêde leşkerên Îranê hatibûn kuştin.

 

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.