13ê Mijdara 2015an bi beşdariya 7 hezar pêşmergeyan di bin fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Şingal ji destê terorîstên DIŞIê hat rizgarkirin.
Barzanî piştî rizgarkirina Şingalê derketibû pêşberî medya Kurdistan û cîhanê û wiha gotibû, “Azadkirina Şingalê ji destê teroristên DIŞIê di warê serbazî, siyasî û dîrokî ve serkeftineke mezin e ji gelê Kurdistanê re, ku li ser destê Pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin. Ev serkeftin ji her aliyekê re dibêje, êdî ew roj çûn ku dagîrker û stemkar gelê Kurdistanê biçewisînin. Niha gelê Kurdistanê bi serbilindî berevaniyê li xwe dike û dijmin dişkîne û buhayên mirovî diparêze.”
Serok Barzanî wiha pê de çûbû, “Piştî dagîrkirina Şingalê û ew karesata bi serê xwişk û birayên Êzidî de hat, amade bûn hemû riyan bigirin ber û hemû nirxekê bidin ta Şingal azad bibe, ji bo baweriya bi xwe ji gelê Kurdistanê û xwişk û birayên me yên Êzidî vegere û dijmin û terorist ji xaka Kurdistanê ya pîroz derkevin.”
Lê belê 16ê Cotmeha 2018an ku bi hevkariya komek xiyanetkarên Kurd Kerkûk û deverên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ketin bin kontrola hêzên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê, rewşa Şingalê jî ji nû ve xerab bû û xelk newêre vegere ser mal û milkê xwe.
Şingal 3yê Tebaxa 2014an bi êrîşeke hovane ya DIŞIê hatibû dagirkirin û bi qasî 5 hezar Kurdên êzidî hatibûn revandin.
Pêşmergeyên Kurdistanê bi planeke serbazî ya di bin fermandariya serok Barzanî de, Şingal ji destê DAIŞê rizgar kiribûn, ta ku 16ê Cotmeha 2018an xiyanetkaran ew herêm radestî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê kirin.
Peyamakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin