Civata ewlekariya NY derbarê rewşa Iraq û Kurdistanê de dicive

mijara civînê rewşa Îraq û Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Civata ewlekariya NY îro Sêşemî 13ê Mijdara 2018ê dicive û di civînê de dê raportek derbarê rewşa Iraq û Kurdistanê û pêwendiyên herdu aliyan were pêşkêşkirin.

Li gorî karnameya civata ewlekariya NY, biryar e civîna vê encûmenê di demjimêr 18:30ê êvara îro bi dema Kurdistanê dest pê bike.

Di civîna îro ya civata ewlekariya NY, nûnerê Netewên Yekbûyî yê bo karûbarên Iraqê, Jan Kubis raporta xwe ya derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha pêwnediyên her du aliyan de pêşkêş bike.

Herwiha tê pêşbînîkirin, ku Jan Kubis di civîna îro ya Encûmena Asayişa Navdewletî de behsa qonaxa piştî hilbijartinan li Kurdistanê û civîna parlamentoya Kurdistanê bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.