Îro li Tehrana paytexta Îranê du welatiyên Îranî yên bi navê Wehîd Mezlûmîn yê ku bi Siltanê zêrê ya Îranê tê nasîn û hevkarê vî Mihemed Îsmaîl Qasimî darve kir.
Li gor jêderên Îranî, sedema îdam kirina wan her du welatiyan ewe ku zêdetir ji du ten zêr enbar kirine û xwestine bi vê awayî bazara zirê li Îranê kontrol bikin û pişt re jî buhayê zêrê bilind bikin.
Rejîma Îranê ew yek weke qirêjiya ser erdê binav kiriye û weke hewldanek bo têk birina aramiya bazara Îranê bilêv kiriye û dadgehê jî li ser vê yekê biryara darve kirinê li ser wan sepandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin