Serok Barzanî: Sedema serkeftî bûna Kurdistanê rihê lêbûrînê ye

behsa çanda bihevre jiyan û lêbûrînê li Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

Îro roja cîhaniya lêbûrînêye û Serok Barzanî jî bi vê minasebeta han peyamek bo raya giştî belav kir ku ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

  Lêborîn, hevqebul kirin û pesendkirina cudahiyan  pîvanên serekî yên nasîna gel û welatên pêşketî ne, di çarçoveya pirensîbên sereke yên rihê demokrasiyê de jî, sedema sereke ya serkeftin û pêşketina Herêma Kurdistanê jî, rihê pêkvejiyan û lêbûrînêye, ku ruxsareke ciwan û serdemiyane daye Kurdistanê û ev yek jî li deverê de mînaka xwe tuneye.

Lêborîn, aştî û pêkvejiyan, ferhenga hezaran sale ya gelê Kurdistanê ye, gelek hewl hatin dayîn daku wê nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî ew çanda gelê Kurd nehat guhertin û Herêma Kurdistanê her dem wê weke navenda pêkvejiyana tevahiya netew û olan bimîne.

Hemû ol û bihayên bilind ên mirovatiyê, tekeziyê li ser bihêzkirin û kûrkirina pêkvejiyan û lêbûrînê dikin, lewra divê dezgehên me yên perwerde û çandê giringiyeke bêtir bidin vî warî û bi awayekî berfireh handanê li ser vê çandê bikin.

Mesûd Barzanî

16/11/2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.