Grev girtina Mamosteyan li Îranê didome û hêzên Îtlaatê jî operasiyon li dijî Mamosteyan lidar dixin.
Di vê derbarê de çapemeniya Îranê belav kir ku li gel dom kirina greva Mamosteyên Îranê ya li dijî bêxemiya hikûmetê bo cîhbicîh kirina daxwazên Mamosteyan, ew çend roje li Îranê hijmareke zêde Mamoste grev girtine.
Li gor çapemeniya Îranê, hêzên ser bi rejîma Îranê bi taybetî Îtlaat li dijî Mamosteyên grev girtî dest bi lidar xistina operasiyonan kiriye û heta niha 12 Mamoste ji aliyê Îtlaatê ve hatine girtin.
Mamosteyên grev girtî tekez li ser vê yekê dikin ku heta daxwazên wan neyên cîhbicîh kirin greva xwe bi dawî naînên û ji aliyeke din ve jî rejîm gef li Mamosteyan dike û dibêje eger dawî bi grevê neînên vê rastî cezayên giran bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin