Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke dezgeha GSMSG Amerîkî( nûjdarên bêsînor) kir.
Ev şanda han zêdetir ji yek hefteye li Kurdistanê ye û di nava kempên penaberan de hevkariyên tendirostî pêşkêşî penaberan dike.
Şanda mêwan di civînê de bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên li Kurdistanê kir û herwiha jiber hevkarî û xizmetgozariyên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin, spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir.
Li hember de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya tîma han kir û kar û projeyên wan jî bi kar û projeyên însanî û cêyê rêzdariyê bilêv kir.
Nêçîrvan Barzanî piştgîriya hikûmeta Kurdistanê bo tîma han û çalakiyên wê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin