Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îro Duşemê ragihand ku Berlîn wê qedexe bike ku 18 welatîyên Erebistana Saudî têkevin nav herêma Schengen ya Ewrûpayê.
Li gor nûçeyeke voayê Maas da zanîn ku ew biryar jiber îdiaya rola wan kesan ya di kuştina Cemal Xaşiqcî de hatiye girtin.
Wî herwiha got ku berî ragihandina wê biryara qedexekirinê, wî bi Fransa û Brîtanya jî şêwiriye.
Mass di civîneke Yekîtîya Ewrupa de, li Brukselê got: Di vê bûyerê de ji bersîvan pirtir, pirsên wek kî li pişt vê kuştinkarî ye hene ku divê werin ronî kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin