Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gef li welatên Ewrûpî kir û got: Eger pêdiviyên me neyên dabînkirin emê ji peymanê vekêşin.
Cewad Zerîf di gotareke xwe de diyar kiriye ku eger ew welatên ku di nava peymanê de mane û welatên Ewrûpî, pêdiviyên abûrî yên Îranê dabîn nekin vê demê Îran jî ji peymana etomî vekêşe.
Zerîf herwiha eşkere kiriye ku piştî destpê kirina dorpêçan ne li Ewrûpa û ne jî li cêyên din dezgeh anjî saziyek ku bikarêbe di navbera mede navbeyinkariyê bike nehat damezrandin û ev yek jî vê kêşeyan bi xwe re bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin