Siûdiye: Lazime sînorek ji Îranê re were danîn

dibêje lazime civaka cîhanî dijî Îranê tiştek bike
کوردستان TV
100%

Paşayê Siûdiyeyê Şah Selman Bin Edbulezîz di gotareke xwe ya salane de yaku li berdem civata şewirê ya welatê xwe de pêşkêş kir ragihand ku Siûdiye amadeye bersifeke baş bide daxuza NY ya bo rawestandin û dawî anîn bi şerê li Yemenê.

Ebdulezîz di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji civaka cîhanî kir daku sînorek bo Îranê û bernameya etomî ya Îranê diyar bike û rê nede ku Îran bibe xudan çekên etomî.

Ebdulezîz herwiha eşkere kiriye ku ev zêdetir ji 40 salaye ku rejîma Îranê meşxûlî destwerdanî kirin di karûbarên welatên din û piştgîrî kirin ji terorê ye lewma lazime civaka cîhanî sînorek bo Îranê diyar bike.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.