Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya

Serok Barzanî: Em piştgîriya hewldanên heyî bo ava kirina Îraqeke nû dikin
کوردستان TV
100%

Îro pêncşem Serok Barzanî serdana Bexdayê kir û li balefirgeha Bexdayê ji aliyê Serokê parlementoya Îraqê û çend rayedarên din yên Îraqê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

Di civînê de Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî behsa çend mijarên girîng yên weke çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îraqê de, prosesa ava kirina kabîneya nû ya Îraq û rewşa siyasî ya Îraqê û çend mijarên din kirin.

Piştî civînê Adil Ebdulmehdî derbarê civînê de diyar kir ku Serok Barzanî roleke gelek girîng di ava kirina Îraqa nû de lîstiye û serdana Barzanî bo Bexdayê destpêkeke gelek girînge bo baştir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Serok Barzanî jî di gotarekê de diyar kir ku armanca vê serdana han gehandina peyama pîrozbayêye bo Adil Ebdulmehdî û têkiliyên navbera ma gelek kevnarin, me çend astengî bi hevre derbas kirine, beriya hilweşandina rejîmê û piştî hilweşandina rejîmê me bi hevre kar kiriye.

Serok Barzanî herwiha diyar kir dema Ebdulmehdî bo wergirtina postê Serokwezîriyê ku posteke gelek girînge hate pîwerdarkirin min telefûn jê re kir û pîrozbayî lê kir.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku niha ez piştgîriya xwe bo Ebdulmehdî diyar dikim û di pêşerojê de jî zêdetir hevkariya vî dikin daku tevahiya kêşeyên heyî çareser bikin.

Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li gel Serok Barzanî serdana Bexdayê kiriye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.