Amerîka: Ev serdan pêngaveke gelek girînge

Amerîka dibêje em piştgîriya vê serdanê dikin
کوردستان TV
100%

Nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê, Brett McGurk li ser pêgeha xwe ya li Twitterê peyamek derbarê serdana Serok Barzanî bo Bexdayê de weşandine.

McGurk di peyama xwe de nivîsandiye; Serdana Barzanî bo Bexdayê gelek girînge û Amerîka û hevpeymaniya cîhanî ev yek bi girîng dibîne û pêşwaziya vê pêngavê dike.

McGurk tekez li ser vê yekê kiriye ku bihêz bûn û baş bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bo tune kirina DIŞIê gelek bifêdeye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.