Serok Barzanî li gel Hadî Amerî jî civiya

Serok Barzanî dibêje nabe şaştiyên berê werin dubare kirin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serok Barzanî, piştî civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî, li gel Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî jî civiya.

Di civîna han de Serok Barzanî û Hadî Amerî behsa çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêr, rewşa siyasî ya Îraqê û çawetiya hewldan bo ava kirina Îraqeke nû û bihêz kirin.

Piştî civînê Serok Barzanî eşkere kir ku armanc ji vê serdana han diyar kirina piştgîriya me ye bo destpê kirina proseseke nû ya siyasî li Îraqê û ava kirina Îraqeke nû û nabe şaştiyên berê dîsan werin dubarekirin.

Serok Barzaanî herwiha eşkere kir ku serdana min peyameke girînge hem bo Îraqê û hem jî ji bo derve û em dikarin dest bi proseseke nû bikin û em piştgîriya hewldanê heyî yên bo destpê kirina qonaxeke nû dikin.

Hadî Amerî jî ragihand ku ez gelek kêfxweşim ku li gel Xebatkarê mezin Serok Barzanî civiyame û hêvî dikim ku ev serdan bibe destpêkeke bixêr di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Amerî diyar kir ku lazime em kêşeyên derbasbûyî jibîr bikin û çavê xwe bidin pêşerojeke nû bo Bexda û Hewlêrê û lazime bi rihê biratî kêşeyên heyî çareser bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.