Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serok Barzanî serdana bajarê Necefê kir û ji aliyê Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê civîna navbera Serok Barzanî û Muqteda Sedir destpê kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê, pêşeroja Îraqê, hewldanên heyî yên bo baştir kirina rewşa Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din tên nîqaşkirin.
Serok Barzanî duhê serdana Bexdayê kiribû û li gel Serokwezîr, Serokê parlementoya Îraqê û piraniya serkirde û kesayetiyên siyasî yên Îraqê civîn û hevdîtin pêk anî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin