Şeva derbasbûyî erdhejeke bi pileya 6.4 li ser pîwera rîxterê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hejand, li gor navendên fermî yên wê parêzgehê 716 kes birîndar bûne.
Li gor Navenda Tomarkirina Erdhejê ya Îranê, erdhej li rojavayê parêzgeha Kirmaşanê û li Serpêla Zehaw qewimiye.
Serokê Zanîngeha Tibê ya Kirmaşanê Mehmûd Reza Muradî ragihand: “Heta niha 290 kes ji Serpêla Zehaw û 170 kes ji Gîlana Rojava, 109 kes ji Qesra Şîrîn, 12 kes ji Riwanser, 6 kes ji Dalahû, 57 kes ji Îslamavaya Rojava û 5 kes jî ji Selasa Bawecanî weke birîndarên erdhejê, xwe gihandine navendên tendirustiyê yên Kirmaşanê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin