Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke odeya bazirganiya Bakûrê Kurdistanê civiya

vê navendeke hertimî ya bazirganî were vekirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ya odeya bazirganî ya Amed, Mêrdîn, Urfa, Wan, Batman, Şirnex û Cizîrê kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê tê de amade bû, şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han diyar kir û spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku ev derfeta han ji wan re afirandiye.

Şanda mêwan  herwiha eşkere kir ku ev weke odeyên bazirganî yên bakûrê Kurdistanê amadene di her warekî de têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bikin û her di vê çarçoveyê de jî şanda mêwan pêşniyara vekirina navendeke hertimî ya bazirganî li Kurdistanê de pêşkêş kir.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê bixêr hatina şanda mêwan kir û spasiya hikûmet û xelkê Tirkiyeyê jî kir ku piştgîriya Kurdistanê kirine di demên dijwar de.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha piştgîriya hikûmeta Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyên heyî yên li gel Tirkiyeyê diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.