Îro duşem li Hewlêrê Konferansa Pilana Reforman di Wezareta Pêşmerge de destpê kir.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê demkî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê, Kerîm Şingalî di destpêka konferansê de destnîşan kir, sê welatên mezin ên cîhanê piştevaniya pêkanîna reforman di Wezareta Pêşmerge de dikin.
Di konferansa Pilana Reforman di Wezareta Pêşmerge de, fermanderên pilebilind ên Pêşmerge, şêwirmend û pisporên serbazî yên Almanya, Amerîka û Brîtanya beşdariyê dikin.
Bo pêkanîna reforman di nava wezareta pêşmerge de heta niha pirojeyeke 35 xalî hatiye amadekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin