Erbil 38°C Saturday 15 Nov 01:02

Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê komara Çek civiya

Kurdistan û Komara Çek têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Komara Çek ya li Bexdayê Jan Vycital û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de balyozê Çek diyar kir ku armanca serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya vî weke balyozê Çek li Îraqê bi dawî hatiye.

Di civînê de ku konulusê Komara Çek ya li Hewlêrê jî têde beşdar bû, balyozê Çek ya li Bexdayê Jan Vycital spasiya hikûmet û dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de hevkarî û karasanî pêşkêşî vî kirine.

Vycital herwiha amdebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê diyar kir.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji balyozê Çek re xwest û tekez li ser dom kirina hevkarî û asankariyên hikûmeta Kurdistanê bo balyozê Çek kir.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de xwesteke hikûmeta Kurdistanê jî ya ji bo bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Çek diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.