Erbil 38°C Saturday 15 Nov 01:00

Nexweşxaneya Pêşmerge amade dibe

di demeke nêz de amade dibe
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniyeke beşa ragihandinê ya wezareta pêşmerge, piraniya karên çê kirina nexweşxaneya taybet ya Pêşmerge bi dawî hatine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku gelek ji beşên wê nexweşxaneyê amade bûne û ji nihave dikarên karên xwe bo dermankirinê destpê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkerekirin ku vê di demeke gelek nêz de tevahiya nexweşxaneyê amade bibe û pêşwaziya pêşmergeyan bike.

Weke tê zanîn ev nexweşxane di çarçoveya hevkariyên Almanyayê ya bo hêzên pêşmerge li ser bûdceya hikûmeta Almanyayê bi awayekî nûjen hatiye çêkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.