Erbil 38°C Saturday 15 Nov 01:02

Hêzên Asayîşê dor li navenda Tevgera Azadî girtin

qubad talebanî ev biryar der kiriye
کوردستان TV
100%

Hêzên Asayîşê yên li Silêmanî ji bo avahiya navenda Tevgera Azadî bigirin, dor lê girtin.

Hêzên Asayîşa Silêmaniyeyê danê vê sibehê dor li avahiya navenda Tevgera Azadî girtin û bi rêveberiya Tevgera Azadî re hevdîtin kirin. Hate ragihandin, asayîşê di hevdîtinê de ji rêveberiya Tevgera Azadî re gotiye, "Tevgera Azadî 4 sal in ne fermî ye, lewma em ê bigirin."

Rêveberiya Tevgera Azadî li ser vê yekê li hev civiya û rewşê dinirxîne. Hêzên asayîşê li ber navendê ne.

Tevgera Azadî sala 2017'an li gorî qanûna partiyên siyasî ya Destûra Bingehîn a Iraqê hate pejirandin û kongreya xwe pêk anî.

Weke tê zanîn beriya çend rojan Qubad Talebanî endamê serkirdatiya YNKê fermanek daye daku tevahiya navend û dezgehên nêzî PKKê li Silêmanî werin daxistin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.