Îro Serok Barzanî piştî serdaneke çend rojî bi hin welatan vegeriya Kurdistanê.
Serok Barzanî hefteya derbasbûyî li ser daxwaza aliyên siyasî yên Îraqê serdana Bexda û Necefê kir û li gel serkirde û serokên tevahiya aliyên siyasî û olî yên Îraqê civiya.
Piştî wan civîn û hevdîtinan li Bexda û Necefê Serok Barzanî serdana çend welatên Kendavê weke Îmaratê jî kir û li wir jî çend civîn û hevdîtinên curbicur pêk anî.
Îro sêşem, Serok Barzanî û şanda pê re bi rêya balefirgeha Hewlêrê vegeriya Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin