Erbil 38°C Saturday 15 Nov 01:02

Asayişa YNKê li Kelarê jî dora avahiya Tevgera Azadî (PKK) girt

li Koye jî navenda tevgera azad hatin girtin
کوردستان TV
100%

Li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê, hêzên asayişê dora avahiya saziyeka nêzîkî PKKê girtine û dixwazin wê derê bigirin.

Îro danê sibê li bajarê Kelarê, hêzên asayişa YNKê dora avahiya Tevgera Azadî, ku nêzîkî PKKê ye, girtin û ji berpirsên Tevgerê xwastin wê avahiyê vala bikin.

Li ser wê mijarê, hevserokê Tevgera Azadî Hawrê Cebar ji rojnamevanan re ragihand, hêzên asayişê dora avahiyê girtine û dixwazin wê derê bigirin û got, lê em wê yekê qebûl nakin û ji wir jî dernakevin. Bila bi zorê me ji wir derxînin.

Duh li bajarê Silêmaniyê jî hêzên asayişê dora avahiya Tevgera Azadî girtibûn û jê wan xwastibûn di nav 24 saetan wê derê vala bikin û bigirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.