Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê pêşwaziya Nûnera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê ya Karûbarê Bazirganiya Derve Emma Nicholson Baroness û balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes û konsolê Brîtanyayê li Hewlêrê Martin War kir.
Nûnera serokwezîra Brîtanyayê Emma Nicholson Baroness kêfxweşiya xwe li hember pêşketinên li herêma Kurdistanê yên piştî rewşeke giran a li Iraqê û herêma Kurdistanê nîşan daye û destxweşî li hikûmetê kiriye bi sedema pêngavên diyalog û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareseriya beşek ji pirsgirêkan.
Xanim Baroness herwiha di civînê de diyar kir ku Brîtanya amade ne sermayedarên Brîtanyayê ji bo karkirina li herêma Kurdistanê û beşdariya pêşdebirina aboriya Iraqê teşwîq bikin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên mirovî û leşkerî yên Brîtanyayê bo herêma Kurdistanê kir û pêşwazî li pêşniyarên şanda mêvan kir.
Barzanî bal kişand ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û teqez kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştgirî li hikûmeta birêz Adil Ebdulmehdî dike û hewl dide hikûmeteke serkeftî be û seqamgiriya aborî, siyasî û ewlehiyê vegerîne Iraqê.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin