Di çarçoveya biryara Endamê Serkirdatiya YNKê Qubad Talebanî de ya bo daxistina baregehên Tevgera Azad yaku ser bi PKKê ye, li sînorên parêzgeha Silêmanî de, hêzên asayîşê berdewamin li ser daxistina wan baregehan.
Hate zanîn ku heta niha bi dehan baregehên vê tevgerê li Silêmanî, Koye, Raniye û Raperînê hatine daxistin û hate gotin ku îro jî baregehên tevgerê yên li Qeladizê û Kifirî jî hatine daxistin.
Ji aliyeke din ve jî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro daxuyaniyek weşand û têde rexne li YNKê kir û nivîsand ku YNK ser xwe bo Tirkiyeyê çemandiye û ev yek jî vê zirarên mezin bigehîne YNKê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin