Piştî ku îro her yek ji hikûmeta Sûriye û ya Rûsyeyê belav kirin ku şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê xwestine êrîşî ser hin deverên Sûriyeyê bikin, ji aliyê pergala berevanî ya Sûriyeyê ve, hatine astengkirin û di encam de balefirek û rokêteke Îsraîlî hatine jinavbirin.
Lê îro danê sibê wezareta berevaniya Îsraîlê daxuyaniyek bi dêmen weşand û têde diyar kir ku nûçeya ku behsa xistina balefira Îsraîlî ji aliyê Sûriyeyê ve dike direwe.
Li gor daxuyaniya han balefirên Îsraîlî piştî ji nav birina armancên xwe yên diyarkirî bi selametî vegeriyane Îsraîlê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin