Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Hakim Kamil Mehdî Alzar
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata birêz ya xwedê jêrazî Hakim Kamil Mehdî Alzar
Bi kovaneke gelek zêdeve nûçeya koça dawî ya Hakim Kamil Mehdî Alzar gihîşte min.
Hakim Kamil raste bi regez Ereb bû, lê belê yek ji wan hakiman bû ku di şoreşa mezina ya Eylûlê de roleke berçav di karên dadweriyê de hebû û dilsozane xizmet kiriye.
Bi vê minasebeta xemgîn, pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata we ya têkoşer û xizm û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim rihê Hakim Kamil bi bihûşta xwe şad bike û sebir û dilnewayiyê jî bide hemû aliyekî.
Mesûd Barzanî
02.12.2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin