Ji ber koça dawî ya Serokê berê yê Amerîkayê George H. W. Bush, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û George W. Bush kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwrezîrê Herêma Kurdistanê bo malbata Bush:
Ji ber koça dawî ya Serokê berê yê Amerîkayê George Bush ê bav, taziye û sersaxiyê li malbata wî û bi taybetî li Serokê berê yê Amerîkayê Birêz George W. Bush û dost û hevalên wî re dikim. Di vê dema giran de hevsoz û hevxemê wan im, Xwedayê mezin dilniyayî û sebrê bide hemûyan.
Rêz û pêzanînên mezin ên gelê Kurdistanê ji bo rola Serok Bush ê bav heye ku di sala 1991ê de rola sereke li sepandina devera dijefirîn li Herêma Kurdistanê dît û xelkê Kurdistanê ji sitem û dijminahiyên rejîma Beisê parast û bû sedema vejîna Herêma Kurdistanê. Serok Bush ê bav her dem dê di bîranînên gelê Kurdistanê de zindî bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Kurdistanê
2ê Kanûna 2018an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin