Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:28

Malikî: Barzanî li ser encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê rijd e

Dibêje Barzanî li ser ragihandina serbixweyî bi îsrare
کوردستان TV
100%

Serokê Hevpeymaniya Dewleta yasa aşkera kir ku li gel serok Barzanî guftûgo derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de kiriye û got: ‘’Barzanî li ser encamên referandûmê rijd e.’’

Di hevpeyvîneke televîzyonî ya kanala fermî ya Îranê de serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ragehand, Iraq ji ber neseqamgiriya siyasî û milmilaneya di navbera aliyên siyasî dinale û ti rêkeftinek siyasî di navbera grub û aliyan de tine ye û seqamgiriya ewlehî, aborî û civakî jî li Iraqê ava nebûye.

Nûrî Malikî derbarê serdana dawiyê ya serok Barzanî ya ji bo Bexdayê û hevdîtina xwe ya li gel jî axift û got: ‘’Barzanî hîn li ser helwêstê derbarê referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê de rijd e. Ti paşde kêşanek jî nekiriye û heman biryara xwe ya destpêkê ku dane li ser wê jî bi rijd in.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.