Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:28

PDK: Kandîdê xwe bo postê Serokwezîriyê diyar kir

civîn îro hat lidarxistin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê civîna civata Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî bo giftûgo kirina çend mijaran hat lidarxistin.

Di civînê de babetek ku li ser vê gelek hatiye seknandin, babeta ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bûye û piştî bi dawî hatina civînê jî Peyvdarê PDKê hin agehî derbarê naveroka civînê de pêşkêş kir.

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) serokên nû yên Hikûmet û Herêma Kurdistanê destnîşan kir.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî civîna îro ya encumena serkirdetiya PDKê ragihand, di civînê de Nêçîrvan Barzanî wek kandîdê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî wek kandîdê Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê hatin destnîşankirin.

Civîna encumena serkirdetiya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî hat lidarxistin.

Tê pêşbînîkirin PDK piştî destnîşankirina kandîdên serokatiya hikûmetê û serokatiya Kurdistanê dest bi hevdîtinan bike li gel partiyên siyasî.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.