Ev kurte jiyana Berbijêrê PDKê bo postê Serokwezîriya Kurdistanê Mesrûr Barzaniye.
PDKê îro 03.12.2018ê piştî civîna rêveberiyê ragehand, namzedê wan ê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û herwaha ji bo serokwezîrtiya herêma Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî ye.
Mesrûr Barzanî kî ye?
- Mesrûr Barzanî sala 1969an ji dayik bûye.
- Sala 1985an di temenê 16 saliyê de bû Pêşmerge û beşdarî Şoreşa Gulanê bû.
- Beşdariyeke bi bandor sala 1988an di destana Xakurkê de kir.
- Sala 1987an xwendina amadehiyê li Îranê temam kir.
- Beşdarî di Raperîna Adara sala 1991an de kir.
- Sala 1997an li zankoya beşa Xwendina Navdewletî ji Zanîngeha Amerîkî li Washingtonê wergirt û di heman zanîngehê de bo Master di warê aştî û çareser kirina qeyranan xwendiye.
- Sala 1998an vegeriya Kurdistanê.
- Di kongreya 12 a Partiya Demokrat a Kurdistanê de ji bo serkirdatiya wê partiyê û piştre wek Endamê Polîtburoyê hat hilbijartin.
- Sala 1998an bû Rêvebirê Giştî yê Ajansa Parastina Kurdistanê.
- Di sala 2010an de di Kongreya PDKê ya 13emîn de bi dengê yekem ji bo Serkirdatiya PDKê hat hilbijartin û bû Endamê Polîtburoya wê partiyê.
- Sala 2012an ji aliyê Serok Barzanî ve bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.
- Sala 2005an Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir damezrand, ku roleke wê ya bi bandor di alîkarî kirina koçber, penaberan û hewcedaran li Kurdistanê û navçeyê hebû.
- Damezrêner û Serokê Borda Emîndaran a Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistan li Dihokê ye.
- Beşdariya bi bandor û bihêz di şerê li dijî teroristên DAIŞê li ser asta Kurdistanê û navçeyê de kir, bi riya beşdariya rastrast di çeperên Pêşmerge û şerê hewalgîriyê de.
- Pêwendiyên wî yên berfereh li ser asta herêmî û navdewletî heye û rola wî ya bibandor di berferhkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û bikaranîna wê ji bo xizmeta Kurdistanê hebû.
- Rola wî ya bibandor di serxistina encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de hebû.
Mesrûr Barzanî xêzandar e û sê kur û keçeke wî hene.
Zimanên Kurdî, Îngilîzî, Farisî û Erebî dizane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin