Li 17 gund û navçeyên bajarokê Xîzanê yê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin.
Li gor beyannameya Walîtiya Bedlîsê, bi armanca operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê, ji saet 23:00ê şeva bihorî ve li gor yasaya hejmar 5442 li 6 gund û 11 deverên din ên sînorê Xîzanê qedexya çûn û hatinê hatiye ragihandin.
Di beyannameyê de tê gotin, ku heta derxistina fermaneke din qedexeya çûn û hatinê li wan navçeyan berdewam dibe.
Walîtiya Bedlîsê daxwaz ji xelkê jî dike, ku ji bo silametiya xwe kes serdana wan wan gund û deveran neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin